PeyamaKurd – Fermandarê 5 em eniya rojavayê Kerkûkê yê hêzên Pêşmerge Nûrî Heme Elî ji bo Rûdawê ragihandiye ku vê êvarê li Pirde bi jimareyeka zêde bi fuzeyan êrîş birine ser çeperên hêzên Pêşmerge.
Heme Elî ragihand ku heya niha ti zerarekî maddî û canî di hêzên Pêşrmege de çênebûye. Heme Elî got ku ji kela Pirde bi fuzeyan êrîş birine ser wan.
Beşa têkoşîna li dijî terorê yê Herêma Kurdistanê ragihand ku nêzî çeperên Pêşmerge 8 fuzeyên Katyûşa ketine lê ti zerarekî çênebûye.
Nehat ragihandin bê êrîş ji aliyê kî de hatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin