PeyamaKurd – Serokê giştî yê HÜDA PAR ê Zekeriya Yapıcıoğlu û heyeta pêre li Herêma Kurdistanê seredana serok Mesûd Barzanî kirin. Li gor ragihandina nivîsîngeha serok Barzanî; di hevdîtinê de Yapıcıoğlu ji ber serkeftina di hilbijartina di 10 ê cotmehê ya Iraqê de, Partiya Demokrata Kurdistanê pîroz kiriye.
Her weha HUDA PAR, bi sedema wefatên di lehiya Hewlêrê de û ji ber şehadetên Kurdan yên di êrîşên DEAŞ ê de, sersaxiyê da serok Barzanî.
Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Tirkiyê û ya terefê Kurda hat kirin. Pêşdebirina têkiliyên her dû aliyan mijareka dinê ya hevdîtinê bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin