Serok Barzanî heyeta Halbûsî û Xencer qebûl kir

Serok Barzanî heyeta Halbûsî û Xencer qebûl kir

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî serokê koalisyona Teqedumê Muhammed Halbûsî û serokê koalisyona Azîmê Xemîs Xencer qebûl kir. Di civînê de her dû teref behsa pêşdeçûnên dawiyê yên li Iraqê, mijarên di civîna yekem ya meclisa Iraqê de li ser wan bên axaftin û xebatên li ser avakirina hukumeta nû ya Iraqê axifîn.

Di hevdîtinê de li ser nêzîkbûna hev yên pêkhateyên Iraqê û mijarên ji bo Iraq bigihê îstîqrarê divê çi bê kirin, axifîn. Seredana heyetên her dû koalîsyona ket roja ku heyetên PDK ê û YNK ê seredana Bexdayê kirin.

Heyeta PDK ê ya di bin serpereştiya Hoşyar Zêbarî û heyeta YNK ê ya di bin serpereştiya İmad Ehmed de duhî çûbûn Bexdayê.

Piştî hilbijartina Iraqê ya 10 ê cotmehê cara yekem wê meclisa sibê civîna xwe ya yekem bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin