PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mistefa Hicrî, derbarê sepandina pênc sal sizayê girtîgehê bi ser Mamosteya Zimanê Kurdî Zara Mihemedî de daxuyaniyek belav kir.
Mistefa Hicrî di daxuyaniyê de got, “Ev deng nayên mat û bêdengkirin. Zara xistine girtîgehê da ku bi xeyalên xwe, wê bêdeng bikin, ew agahdarê vê yekê nînin ku dengê Zarayan gelek ji mêj ve bûye dengê hezaran têkoşerên azadîxwaz ên rêya serbilindî û azadiya netewa me.”
Hicrî herwiha diyar kir, “Dersxwanên dibistana Zarayê gelek zêde û bêdawî ne, girtîgeh wan natirsîne û wan mat û bêdeng nake, wan di dilê netewa xwe de cihên xwe vekirine û ser dikevin. Herî bi serê wî dujminê ku hêviya wî bi girtîgehê ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin