PeyamaKurd - Nûnertiya hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê ragihand ku fermana şandina 200 milyar dînarê Kurdistanê hatiye dayîn lê ji bo şandinê karên îdarî xilas nebûne.
Serokê nûnertiya hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin, encûmena wezîran ya Iraqê biryara şandina 200 milyar dînarê meha Kanûna 2021ê bo Kurdistanê daye.
Faris Îsa gotiye, lê hîn karên îdarî xilas nebûne, ew jî dê vê hefteyê xilas bibin û hefteya din ew dirav dê bigihîje Herêma Kurdistanê.
Herwiha Faris Îsa daye zanîn ku ti astengî û pirsgirêk li pêşiya şandina 200 milyar dînarê mûçeyê fermanbarên Kurdistanê nîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin