Nama Adnan Menderes derket ortê: “Wê mirin we bisopîne”

Nama Adnan Menderes derket ortê: “Wê mirin we bisopîne”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Tirkiyê yê berê yê wexta Partiya Demokrat ku di derba leşkerî ya sala 1960 an de hat didardekirin Adnan Menderes nameyekî wî derket holê ku berya didarvekirina xwe de nivîsandiye. Menderes di nameya xwe de weha gotiye:

"Êlûn 1961. Ez ji we xeyda nînim. Ez dizanim hun û rebenên din, ji aliyê kê de tê îdarekirin. Ez ji wan jî xeyda nînim. Wexta we serê min ji wan re bir, ji wan re bêjin; ‘Ew Adnan Menderesê ku di rêya hurriyetê de serê danî , ji bo we nikaribû di 17 salan de serê wî bixwun, sipasdarê we ye.’ Ji bo îdamkirinê ti sedem tineye. Gelo hunê karibin ji efendiyên xwe yên ku di bin sîbera sîlihan de dijîn, bêjin ku ez bi metanet çûm mirinê,

Vêya jî bêjin; wê millet rojekî têkoşîna hurriyetê qezenc bike, min dikariya we û efendiyên weka di sala 1950 an de rizgar bikira.

Diviya hun ji zindîniya me netirsiyana. Lê niha hun ê Menderesê mirî heya hun bimrin wê we bişopîne û rojekî wê we jinav bibe. Tevî van tiştan jî merhameta min bi we re ye. Bila millet sax be.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin