Jin û mêrekî Kurd li ser rêya Ewropayê di nav avê de xeniqîn

Jin û mêrekî Kurd li ser rêya Ewropayê di nav avê de xeniqîn

PeyamaKurd Jin û mêrekî Kurd ji Rojhilatê Kurdistanê, bi armanca derbasî Ewropayê bibin, di nav ava Yûnanistanê de xeniqîn.

Li gor Rêxistina Mafên Mirova ya Hengawê li Rojhilatê Kurdistanê diyar kiriye, do Pêncşemê her du jin û mêr, ji bajarê Merîwanê bi armanca gihîştina Ewropayê welatê xwe bi cî hiştibûn û di dema çûnê de, di nav ava Yûnanistanê de xeniqîn.

Herwiha li gor Hengawê, navê mêr Celîl Rewangerd bûye û temenê wî 34 sal bûye û navê jinê jî Sumeye Camxaneş bûye û temenê wê jî 28 sal bûye û di rêya çûna Ewropayê de xeniqîne.

Zanyariyên Hengawê eşkere dikin, wê malbata Kurd sala borî welatê xwe bi cî hiştibûn û ji Tirkiyê ber bi Yûnanistanê bi rê ketibûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin