PeyamaKurd – Lijneya Giştî ya Banka Navendî di 3ê Sibata 2022ê de civîneke awarte li dar dixe.
Li gor zanyariyan, Banka Navendî, wê 3ê Sibata 2022ê civîneke awarte saz bike û biryara xwe ya yekemîn a îsal a faîzê roja Pêncşemê 20ê Çile eşkere bike.
Li gor pêşbîniya aborînasan, wê faîz ji sedî 14 bê rawestandin.
Banka Navendî ya Tirkiyê, di 21ê Cotmeha 2021an de jî rêjeya faîzê kêm kiribû û ji %18 daxistibû %16an û 18ê Mijdarê jî ji %16an daxistibû %15an. Herwiha herî dawî 16ê Kanûna 2021ê jî rêjeya faîzê daxistibû %14an.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin