Dadgeha Alman dest bi darizandina bijîskê îskencekar ê rejîma Sûrî dike

Dadgeha Alman dest bi darizandina bijîskê îskencekar ê rejîma Sûrî dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî hefteyekê bi ser mehkumkirina serbazekî berê yê îstixbarata rejîma Sûriyê li bajarê Koblenz ê Almanyayê, dadgeha bajarê Frankfurt a Alman jî sibe Çarşemê dest bi dadgehkirina bijîşkekî îşkencekar ê rejîma Sûriyê dike.

Medya Alman eşkere kiriye ku dadgehkirina "bijîşkê îşkencekirinê" ê sûrî Ela Mûsa (36) ku tewanên îşkencekirin û kuştina girtiyan li Sûriyê di salên 2011–2012an de li dijî wî hene dest pê dike.

Dadgerê giştî, wî bijîşkî bi tawanên kuştina girtiyekî û îşkencekirina 18 kesan tohmetbar dike û 9 kesên ji aliyê wî bijîşkî ve hatine îşkencekirin jî wekî şahid beşdarî darizandina wî dibin.

Navenda Sûriyê ya lêkolînên qanûnî destpêkirina dadgeha Mûsa bi erênî pêşwazî kir û teqez ki, wê şopandina tawanbarên li dijî mirovahiyê û tawanên şer li Sûriyê li Almanyayê bidome.

Bijîşkê îşkencekar Mûsa di sala 2015an de gihîştiye Almaniyayê û fêrî ziman bûye û guhertin di nasnameya xwe de kirine da ku di nexweşxaneyên Almanyayê de li bajarê Hessen û Frankfurtê kar bike. Lê belê Mûsa 19ê Hezîrana 2020an de hatiye girtin ku wê demê li nexweşxaneyekî kar dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin