PeyamaKurd – Berdevka Koşka Sipî Jen Psaki ragihand ku ew ‘di asta ku her wext Rûsya dikare êrîşî Ûkraynayê bike’ de ne û li hemberê Rûsyayê temamê bijartekan li ser masê ne. Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji bo çareyekî ji krîza Ûkraynayê re bibîne, roja în a bê wê li bajarê Cenevreyê bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re bicive.
Rêvebirekî di asta bilind ya wezareta karên derve ya Amerîkayê de ku nexwestiye navê wî bêgotin, ji rojnamevanan re gotiye ku Blinken piştî seredanên fermî jo bo Ûkrayna û Almanya ya di 19-20 ê çileyê de, wê roja înê bi Lavrov re hevdîtin bike. Rêvebirê Amerîkayê gotiye ku ew şer naxwazin û aştiyê dixwazin. Hem Putin dikare pêngavên ji bo çareseriya krîzê bavêje. Rêvebir gotiye eger Rûsya Ûkraynayê îşxal bike, Amerîka ji bo vê yekê amadeye û weha dewam kiriye:
“Eger îşxal bibe, bi encamên darayî re em ê desteka techîzatên ji bo parastinê bidin Ûkraynayê.”
Berdevka Koşka Sipî Jen Psaki, di civîna çapemeniyê ya li Koşka Sipî de li ser krîza Ûkraynayê got:
“Serokê Rûsyayê Putin sed hezar leşker xist ser sînorê Ûkraynayê û bû sedema vê krîzê. Di nav kiryarên wî de di demekî nêz de hêzên Rûsyayê şand Belarûsê û rojhilatê Ûkraynayê ji bo kirina tetbîqatan. Ez aşkera dibêjim rewş talûkeye. Em di wê astê de ne ku Rûsya her wext dikare êrîş bike ser Ûkraynayê. Divê wezîr Blinken li Cenevreyê aşkera bêje ku rêyên dîplomatîk hene. Eger Rûsya êrîş bike, dorpêçên darayî yên giran li pêşiya wî ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin