PeyamaKurd - Wezîrê Samanên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê Kemal Etrûşî derbarê teqîna boriya petrolê ya li bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê ku neftê ji Herêma Kurdistanê hinardeyî Tirkiyê dike daxuyanî da. Etrûşî ragihand ku xeta boriyê hatiye çakkirin û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê dest pê kiriye.
Şeva borî boriya veguhastina petrola Kerkûkê ya bo bendera Ceyhanê, li Mereşa Bakurê Kurdistanê teqiyabû û di encamê de agir pê ketibû.
Wezîrê Samanên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê Kemal Etrûşî ragihand, boriya petrolê ya li Mereşê teqiyabû, îro hatiye çakkirin û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê ji nû ve dest pê kiriye.
Li gorî nûçeyên medya Tirk û dîmen jî hatine belavkirin, ji ber bagerê dîrekê elektrîkê bi ser boriya neftê de ketiye û xeta boriyê teqandiye ku piştre bûye sedema şewatê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin