Qedexeya li Colemêrgê heta 2yê Sibatê hat dirêjkirin

Qedexeya li Colemêrgê heta 2yê Sibatê hat dirêjkirin

PeyamaKurd - Parêzgariya Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ragihand ku qedexeya ku îro 19ê Çile bidawî dibû careke din bo 15 rojan hatiye dirêjkirin.

Parêzgariyê ragihandiye ku li Colemêrgê heta 15 rojan ango heta 2yê Sibatê xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana konan, vekirina standan û her cure çalakîyên bi wî awayî hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku qedexe bi armanca prensîpên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtina li tawanan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtina li belavbûna koronayê hatiye danîn.

Qedexeya navborî çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr wan hatibe dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin