PeyamaKurd – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî kir; da ku çareseriyekê derbarê wan bi hezaran girtiyên DAIŞê yên di girtîgeha Xiwêran a Hesekê de bibînin.
ENKS di daxuyaniya xwe de ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê daxwaz dike, berpirsyariya xwe li ser parastina navçeyê û piştevanîkirina aramiyê bi rêya îdareyeke hevbeş bigre ser xwe, ku hemû pêkhate tê de beşdar bibin.
Herwiha daxwaz dike, çareseriyekê derbarê bi hezaran girtiyên DAIŞê de bibînin, ku niha li navçeyê ne û hikûmetên welatan werin neçarkirin ku welatiyên xwe werbigrin û dadgehî bikin.
Di berdewamiyê de ENKS ji Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî daxwaz dike ku dawî li binpêkirinên PYDê bîne, ku bi navên cuda cuda ve azadî û karê siyasî û yekhelwestiya Kurdan dikin armanc.
Şeva Pêncşemê zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê êrîşî ser Girtîgeha Xiwêran, ku ji aliyê hêzên Kurdî ve li parêzgeha Hesekê tê birêvebirin kirin. Li gor amaran, heta niha 45 şervanên HSDê û pasevanên girtîgehê di wê êrîşê de can dane û bi dehan çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin