PeyamaKurd – Li Îtalyayê di dengdana 7 em ya ji bo serokkomariyê de, di dengdanan de kes têra bibe serokkomar dengan bi destnexist û bi lihevkirina temamê partiyan, çareyekî dîtin û serokkomarê berê Sergio Mattarella di dengdana 8 em de kirin serokkomar.
Mattarella yê 80 salî, li ser daxwaza serokwezîr Mario Draghi hevdîtinekî kirin û ji bo îstîqrar û başiya welat jê xwest ku bibe serokkomar. Partî di nav xwe de berê li ser mijarê axifîbûn û lihev kiribûn. Mattarella, daxwazê qebûl kir. Mattarella di dengdanê de 759 dengan girt.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin