Iraq | Beseke din a pereyên dizîyê li xezîneyê hatin vegerandin

Iraq | Beseke din a pereyên dizîyê li xezîneyê hatin vegerandin

PeyamaKurd - Nivîsgeha ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê eşkere kir ku beşa duyem a pereyên bacê yên hatine dizîn li Xezîneya Iraqê hatine vegerandin.

Di daxuyaniya îro Yekşemê (11 Kanûn 2022) de, hat ragihandin ku 134 milyar û 455 milyon dînarên din ên hatibû dizîn, bi hevkariya Encûmena Bilind a Dadwerîyê hatiye vegerandin û hat gotin:"Di encama lêkolîna rasterast a Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî de, bi alîkariya Encûmena Bilind a Dadwerî û aliyên pêwendîdar di warê gendeliyê de, dê berdewam bin ji bo vegerandina hemû pereyên dizînê, bi taybetî pereyên bacê.”

Heta niha bi giştî 317 milyar û 535 milyon û 536 hezar û 525 dînarên bacên hatine dizîn ji bo xezîneya Iraqê hatine vegerandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin