PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, di derbarê aloziyên navbera Tirkiye û Yunanîstanê û hegera operasyona bejahî ya li dijî herêmên Rojava de axivî. Erdogan li ser herdu mijarên sereke jî nêrînên xwe dubare kirin.
Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan, li dijî Atînayê gotinên gefxwir araste kir û got,
“Niha me dest pê kir û em moşekên xwe çêdikin. Helbet ev hilberîn, Yunanan ditirsîne. Tu dibêjî ‘Tayfun’ Yunan ditirse, dibêje li Atînayê da. Helbet dê lê bibe. Heger tu rehet nesekinî, heger tu hewil bidî ji Amerîkayê, ji gravan, ji vir, ji wir hinek tiştan bigirî, helbet Tirkiye jî dê destvala nesekine, divê tiştekî bike.”
Erdogan li ser rewşa operasyona bejahî ya li dijî hin herêmên Rojava jî axivî û peyamên xwe yên berê dubare kir û got,
“Amerîka 4-5 hezar barhilgir çek û cebilxane dişîne bakurê Suriyeyê. Tevî ku min bi caran ji wan re got, qet ne xema wan e. Min got, ‘Li qusûrê nenihêrin. Em li NATOyê bi hev re nê. Tevî ku em bi hev re ne, hûn li hember me şaşîtiyan dikin û hûn li rex teroran cih digirin. Heger wisa be, em ê navika xwe bixwe jêbikin. Wekî din çare tuneye.’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin