Zelensky: Rews giran e

Zelensky: Rews giran e

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Zelenskiy derbarê qutkirina elektrîkê ya ku di encama êrîşên artêşa Rûsyayê de pêk hat de nirxandina "rewş cidî ye" kir.

Serokdewletê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy bi peyameke vîdyoyî ya ku li ser hesabê xwe yê Telegramê parve kir, xîtabî gelê Ukraynayê kir û diyar kir, qutkirina elektrîkê li seranserê welêt berdewam dike.

Zelenskiy da zanîn, ji ber hedefgirtina binesaziyên elektrîkê ji aliyê hêzên Rûsyayê ve li Kîev, Odessa, Lviv û herêmên din qutbûna elektrîkê didomin, Zelenskiy nirxandina "Rewşa enerjiyê ya li Ûkraynayê giran e" kir.

Zelenskiy got, bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bi telefonê axivîne û eşkere kir, wan li ser berfirehkirina Korîdora Genim ya Deryaya Reş û geşedanên cîhanî yên ku ji bo Tirkiye û Ukraynayê girîng in axivîne.

Ji aliyê din ve Zelenskiy diyar kir, bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re bi telefonê axivîn û di saetên pêş de bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re jî bi telefonê biaxivin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin