Kuweyt qedexeyê danî ser sîrketên xwe yên ku ji ‘Erebên îtxal’ re xanî ava dikin

Kuweyt qedexeyê danî ser sîrketên xwe yên ku ji ‘Erebên îtxal’ re xanî ava dikin

PeyamaKurd – Dewleta Kuweytê ji şîrketên ku li Efrînê yên ku ji bo rêxistinên weka îxwan (birayên misilman) û Erebên îtxal re xanî ava dikin qedexe danî û projeyên wan. Wezareta karên derve ya Kuweytê ji wezareta Xebatê û karên civakî ya Kuweytê re biryarekî şand ku wê ji niha û pê de ruxsetê nede wan şîrketên ku li Sûriyê xanî ava dikin.

Serokê Paltforma Efrînê li Danîmarkayê Hulusi Omer ji bo pêşkêşvanê tv ya Rûdawê Dilbixwîn Dara, di bernama nûçeyan de ragihand ku ji bo xebatên wan şîrketan rawestînin gelek ked dane. Ömer weha got:

“Me salek berê li Berlînê heyetekî ava kir da bi sefareta Kuweytê re bikevin nav têkiliyan. Di destpêka şoreşa Sûriyê de hinek kesên ku ji Kuweytê reviyan Tirkiyê û Rojava, dixebitin da demografiya Efrînê biguhêrin. Xebatên xwe di rêya rêxistinên li Tirkiyê re dimeşînin. Di vê mijarê de, me belgeyên di destê xwe de da sefareta Kuweytê ya li Berlînê.

Rêxistinên ku xwe weka rêxistinên mirovî nîşan didan, ruxsetên xwe yên kar ji Tirkiyê distendin lê xwe ji rêvebirên Kuweytê vedişartin ku bi Tirkiyê re dixebitin. Me ji sefareta Kuweytê re temamê karên ku li Efrînê dikin ragihand. Ew xaniyên ku ji bo koçberan çêdikin malbatên çekdaran di wan de bicîh dikin.”

Wan rêxistinan digotin ku bi koçberan re alîkariyê dikin û bi hisên wan koçberan dileyîstin. Xaniyên ji bo koçberan dihatin ava kirin, di wan de malbatên çekdaran dihatin bicîhkirin. Kesên ku demografiya Efrînê diguhêrin ew kesên ku ji Kuweytê reviyane. Rêvebirên sefaretê du meh berê li wan geriyane û gotine ku li ser dosyayê dixebitin. Omer weha dewam kir:

“Kesên demografiyê diguhêrin ew kesên ji hukumeta Kuweytê reviyane. Perên ji bo avakirina xaniyan dişînin ji wan re, bi wan pereyan, rêxstinên dijminên Kurdan fînanse dikin. Perê ku hukumeta Kuweytê û dewletên din ji bo avakirina xaniyan dişînin, dişînin Tirkiyê. %10 ê wî pereyî ji bo armanca xwe tê serfkirin lê perê din didin rêxistinên ku dijminên Kurda ne.”

Omer, li ser birîna darên fêkiyan jî ragihand ku ew li ser mijarê dixebitin û birîna daran dewam dike. Tevî di daran de nexweşîn tine jî daran dibirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin