Mesrûr Barzanî peyamek ji bo Roja Ala Kurdistanê belav kir

Mesrûr Barzanî peyamek ji bo Roja Ala Kurdistanê belav kir

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek ji bo Roja Ala Kurdistanê belav kir û got, em hemû li jêr vê alayê ber bi aştiyê gav biavêjin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de da zanîn, Pêşmergeyên qehreman bi têkoşîn û xweragirî û qurbanîdanê, vê alayê her dem bilind û pîroz ragirtine.

Peyama Mesrûr Barzanî ya ji bo Roja Ala Kurdistanê wiha ye:

Di Roja Ala Kurdistanê de, ev vê roja alayê ku ala hemû pêkhateyên cuda yên Kurditanê ye, bilind û pîroz radigrin.

Em serê rêz û hurmetê ji bo şehîdên me yên serbilind ditewînin ku ji bo vê alayê û xaka Kurdistanê, giyanê xwe bexş kirin.

Em spasî û destxweşî li Pêşmergeyên qehreman dikin ku bi têkoşîn û xweragirî û qurbanîdanê, vê alayê her dem bilind ragirtine.

Em hemû li jêr sîbera vê alaya pîroz, ber bi aştî û avakirina zêdetir a Kurdistanê gav biavêjin.

Roja Ala Kurdistanê pîroz be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin