PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Berevaniya Rusyayê ve hat ragihandin, Wezîrê Berevaniya Rusyayê Sergey Şoygu, eniyên şer ên ku leşkerên Rus lê şer dikin, kontrol kirine.
Li gorî hat ragihandin, Sergey Şoygu serdana Herêma Leşkerî ya Başûrê Rusyayê kiriye û piştî vê serdana leşkerên Rusyayê yên li Ukraynayê şer dikin, ev daxuyanî hat dayîn:
“Wezîr Şoygu, li derdora herêmên ku leşker lê bi cih bûne, bi rêya asîmanî geriya, li herêma tevgera taybet a leşkerî mewziyên yekîneyên ku li eniyê şer dikin, kontrol kirin. Şoygu bi leşkerên li eniyê re civiya û spasiya leşkeran kir ku bi berxwedaneke bilind peywira xwe pêk hanîne.
Şoygu, di derbarê çalakiyên leşkeran de agahî dan û bal kişand ser organîzekirina dayîna piştgiriya berfireh a ji bo leşkeran, şert û mercên bicihkirina leşkeran a li bejahiyê, xebatên tenduristiyê û leşkeran."
Şerê navbera Rusya û Ukraynayê, di 24ê Sibata 2022yan de dest pê kiribû û heta niha bê navber berdewam dike. Di derbarê wendahiyên leşerî de jî heta niha ji aliyê Rusyayê ve agahiyên zelal nehatine parvekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin