PeyamaKurd- Konsolê Giştî yê Çînê yê Hewlêrê Ni Ruçi, bi boneya bidawîbûna pêvajoya erka xwe, serdana Serok Mesûd Barzanî kir. Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di hevdîtinê de li ser siyaseta giştî û herêmî jî guftûgo hatine kirin.
Li gorî hat ragihandin, Konsulê Giştî yê Çînê yê Hewlêrê Ni Ruçi û şanda ligel wî, li ser serkeftina 14emîn kongreya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), pîrozbahî li Serok Barzanî kiriye.
Hat diyarkirin ku Ni Ruçi amaje bi rola dostaniya nemir Mele Mistefa Barzanî û rêberê mezin ê Çînê Mao Zedong a di avakirina pêwendiyên dîrokî yên navbera aliyan de kiriye û daye zanîn ku ew alîgirên bipêşxistina pêwendiyên dualî yên di hemû waran de ne.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de Ni Ruçi ji Serok Barzanî re qala sermayerazandin û destpêşxeriya sermayedarên Çînî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê de kiriye û li ser wê yekê jî tekez kiriye ku vekirina Beşa Zimanê Kurdî ya li zanîngeha Pekînê, nîşaneya wê yekê ye ku welatê wî dixwaze pêwendiyên xwe bi gelê Kurdistanê re bihêz bike.
Başkirina pêwendiyên dualî hat kirpandin
Hat zanîn ku Serok Barzanî spasiya hewilên Ni Ruçi yên ji bo baştirkirina pêwendiyên navbera Çîn û Herêma Kurdistanê yên di salên borî de kiriye û bal kişandiye ser bipêşxistina pêwendiyên navbera gelê Kurd û Çînê.
Her wiha hat zanîn ku Serok Barzanî kêfxweşiya xwe ya li hember vekirina Beşa Zimanê Kurdî ya li Zanîngeha Pekînê nîşan daye û diyar kiriye ku ev pêngaveke girîng e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin