PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji çapemeniya Taylandê hatin ragihandin, keştiya şer a hêzên deryayî ya Taylandê, noqî avê bûye û bi dehan leşker ketine bin avê.
Li Kendava Taylandê keştiyeke hêzên deryayî binav bû û hat diyarkirin ku ji ber noqbûna vê keştiya şer, bi dehan leşkerên hêzên deryayî ketine bin avê. Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku 75 leşkerên deryavan hatine rizgarkirin û xebatên rizgarkirina 31 leşkeran jî dewam dikin.
Li gorî agahiyên hatin parvekirin, di keştiyê de ji ber bayê xurt, pergala elektrîkê bê bandor bûye û ji ber vê yekê jî kontrola keştiyê ji dest çûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin