PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) diyar kir, serbazekî Amerîkayê ku di çarçoveya operasyonên piştevaniyê de kar dikir, hat kuştin.
Li gor Pentagonê bi daxuyaniyekê eşkere kir, serbazekî Amerîkî di 19ê Berfanbara 2022yan de di encama bûyereke ne serbazî de hat kuştin û hêzên Amerîkayê derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine.
Hat zanîn ku ew serbaz ji hêzên Marinesê bû û di çarçoveya operasyonên taybet ên deryayî yên Amerîkayê de kar dikir.
Herwiha derbarê hûrgiliyên bûyerê de, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê zanyariyên zêdetir eşkere nekirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin