PeyamaKurd – Êrîşa roja înê ya ku li Parîsê nêzî navenda Ahmet Kaya çêbû û di encamê de 3 kesên Kurd mirin û 4 kes birîndar bûn ku hêj bûyer gelek germe û mijar tevliheve, êrîşkerê bûyerê di îfadên xwe yên polîs ê Parîsê de ragihandiye ku ew bi zanîn li Kurda xistiye, ew dijminê biyaniyaye. Ragihandin ji aliyê televizyona France Info de hat kirin ku bingeha nûçeya xwe biriye ser îfadên kujerê di destê polîs de. Êrîşker gotiye ku ew şowenîste û bi zanîn li Kurda xistiye.
Kujer sala berê jî êrîşê kampa penaberan, ser konên wan kiribû lê polîs bi şertê ji derve de bê darizandin wî serbest berdabû. Êrîşker di sala 2016an de bi sedema bi kêrê li yekî xistiye sabiqa wî heye.
Li Parîsê gelek Kurd dijîn û piştî bûyerê terefdarên PKK ê û HDP ê nerazîbûna xwe diyar kirin û ketin nav çalakiyan. Ji ber wê dibe çalakî pêk werin, hêzên ewlehiyê yên Fransayê grûbên Kurd, Tirk û nûnerên dîplomatîk yên Tirkiyê dora avahiyên wan qewî kirine. Wisa xwuyaye mijar ne tenê şowenîstiya zilamê êrîşkere.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin