Korveta Mercury ya Rûsî Deryaya Baltik kir hedef!

Korveta Mercury ya Rûsî Deryaya Baltik kir hedef!

PeyamaKurd Di dema ku êrîş û operasyonên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê didomin, korvetên Rûsyayê li deryaya Baltikê hedef girtin. Li gorî daxuyaniyê, yek ji tesîsên topan ên korveta nû ya Merkuriy (Mercury) ku di çarçoveya Projeya 20380 de hatiye çêkirin, li deryaya Baltîkê li hedefeke teqlîda keştiyeke dijmin xist.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Fîloya Baltik a Rûsyayê ya Hêza Deryayî ya Rûsyayê, korveta Merkuriy ya nû ya ku di çarçoveya Projeya 20380 de hatiye çêkirin, di dema ceribandinên dewletê de bi gulebarana ji tesîsên topavêjê li hedefeke ku teqlîda keştiya dijmin a li Deryaya Baltikê ye, xist.

Di daxuyaniya Fîloya Baltik a Rûsyayê de ev daxuyanî hatin dayîn:

"Li gorî plana qonaxa dawî ya ceribandinên dewletê yên korvêta Merkuriy, ekîbên keştiyê topxaneyên AK-190 û AK-630 bi awayekî serkeftî li mertalê deryayê teqlîda keştiyeke dijmin a sexte li qada perwerdehiya Deryaya Baltikê teqandin."

Hedef bi çekên giran hatiye xistin!

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, topbaran ji aliyê 'dijmin' ve di nava şert û mercên giran de û tedbîrên şerê elektronîk hatiye bikaranîn û hate destnîşankirin ku hedefa hatiye diyarkirin bi topên dijwar hatiye xistin.

Qada perwerdehiya deryayî ya ku tetbîqata Fîloya Baltikê lê dihat kirin, ji bo trafîka keştiyên sivîl bi awayekî demkî hat girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin