PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, ji bo sala 2023yan peyamek ragihand û bi rêya peyamê da zanîn ku ew ê amadekariyên artêşa Ukraynayê, ji bo sala nû jî berdewam bin.
Volodimir Zelenskiy, bi rêya hesabê xwe yê Telegramê xîtabî gelê Ukraynayê kir û li ser şerê ku li dijî Rusyayê tê kirin, hin nirxandin kirin.
Zelenskiy, bi rêya peyamê diyar kir ku ew îro bi nûnerên hêzên berevanî û ewlehiyê re civiyane û rewşa dawî ya eniya şer gotûbêj kirine. Zelenskiy da zanîn ku ew li ser amadekariyên artêşê yên sala bê axivîne û got,
"Em ji bo sala bê, amadekariya hêzên parastin û ewlehiyê yên Ukraynayê berdewam dikin. Divê ev sal bibe saleke diyarker."
Serokê Ukraynayê bi berdewamî diyar kir ku divê artêşa Ukraynayê ji hemû demsalan re amade be û got,
"Em dizanin ku di zivistanê de çi metirsî hene, di biharê de divê em çi bikin û ji ber vê yekê divê tevahiya sektora parastin û ewlehiyê çi encaman nîşan bide."
Volodimir Zelenskiy ragihand ku armanca wan, azadkirina hemû axa Ukraynayê ye û destnîşan kir ku ew ê bi vê baweriyê derbasî sala 2023yan bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin