Rûsya: Divê em hisyar bin!

Rûsya: Divê em hisyar bin!

PeyamaKurd Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir, mafê Yûnanîstanê tune bêyî destûra Rûsyayê S-300an radestî welatekî din bike.

Lavrov di televizyona fermî ya Rûsyayê Pervy Channel de, li ser mijarên îhtîmala Yûnanîstanê ya ku sîstema parastina hewayî ya S-300 bide Ûkraynayê axivî.

Lavrov dupat kir, ev sîstem di destpêkê de hatibûn plankirin ku li Başûrê Qibrisê bên bicihkirin û di dawiyê de radestî Yûnanîstanê bên kirin.

"Me talîmat da Balyozê xwe ku serî li Wezareta Karên Derve û Wezareta Parastinê ya Yûnanîstanê bide û bi bîr bîne ku ev sîstem radestî Yûnanîstanê hatine kirin. Li gorî peymanê mafê Yûnanîstanê tune ku bêyî destûra me van sîsteman radestî kesî bike. Me ev yek anîn bîra Yûnaniyan. Ji me re gotin, ew guh didin peywirên xwe."

Lavrov destnîşan kir, ew mijarên wiha ji nêz ve dişopînin û got, "Divê em hişyar bin. Ji ber ku bi dirûşma 'Em ê Ûkraynayê rizgar bikin, ji ber ku Ukrayna Ewropa ye' gelek tiştên derqanûnî tên kirin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin