Dêrezor | 10 karmendên kêlgeha petrolê hatin kustin

Dêrezor | 10 karmendên kêlgeha petrolê hatin kustin

PeyamaKurd Medyaya fermî ya hikûmeta Sûriyê diyar kir, di êrîşeke çekdarî ya ser karkerên kêlgeheke petrolê li Dêrezorê, 10 karker hatin kuştin.

Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANAyê da zanîn, îro Înê 30ê Kanûna 2022an li dijî 3 otobusên karkeran li kêlgeha petrolê ya El-Teym li Dêrezorê êrîş pêk hatiye.

Hat ragihandin, di encama êrîşê de, 10 karker hatine kuştin û 2 karker jî birîndar bûne.

Herwiha nehatiye diyarkirin ku êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Kêlgeha petrolê ya El-Teym li başûrê bajarê Dêrezorê ye û di bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin