PeyamaKurd – Li Meksîkayê li eyaleta Nayarîtê otobusa derketibû ser rê û tê de 57 rêwî hebûn, ji kontrola ajotvan derket û di kendal de wergeriya. 11 kes li ciyê bûyerê û 4 kes li nexweşxanê can dan. Tîmên tenduristiyê 24 birîndaran birin nexweşxanan.
Wezîrê karên hundir yê eyaleta Guanajuato Libia Garcia ragihand ku ji bûyerê gelek xemgîn bûye û ji dest çi were wê alîkariya malbatên xwediyê mirî û birîndaran bike.
Bi îhtîmaleka mezin wê qeza ji ber lezkirina ajotvan çêbûbe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin