Serokê Îmaratê pîrozbahî li Netanyahû kir

Serokê Îmaratê pîrozbahî li Netanyahû kir

PeyamaKurd – Serokê Îmarata Erebî Şêx Muhammed bin Zayid Al Nehyan, ji bo destbikarbûna hikûmeta nû ya Îsraîlê pîrozbahî li Serokwezîr Benyamîn Netanyahû kir.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îmaratê WAMê, Al Nehyan bi rêya pêwendiyeke telefonî pîrozbahî li Netanyahû kiriye û serkeftin ji bo hikûmeta wî xwestiye.

Hat diyarkirin ku Al Nehyan, daxwaziya welatê xwe ya pêşxistina hevkariya di warên geşepêdanê de aniye ziman û Netanyahî jî ji bo peyamên pîrozbahiyê spasiya wî kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di serdema borî ya serokwezîriya Netanyahû ya Îsraîlê de, Îmaratê û Îsraîlê yemek car gavên asayîbûnê avêtibûn û di çarçoveya Peymana Aştiyê ya Îbrahîm de, pêwendiyên fermî dabûn destpêkirin.

Hikûmeta nû ya Benyamîn Netanyahî 29ê Kanûna 2022yan ji parlamentoyê bawerî wergirtibû û dest bi kar kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin