PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, balafirên şer ên Tirkiyeyê, li dijî PKKê operasyon li dar xistiye û hat diyarkirin ku hêzên Tirk, baregehên PKKê yên li navçeya Dinarte ya Akrê bombebaran kirine.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê welatiyê Dînarte Mesûd Sirûşt ve hatin ragihandin, îro balafirên şer ên Tirkiyeyê, bi awayekî tund baregehên PKKê yên li herêmê bombebaran kirine.
Hat diyarkirin ku bombardûmana Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li derdora gundên Kafya, Babona, Siraniye û Nipaxe hatiye kirin.
Her wiha Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar, di 31ê Kanûnê da daxuyanî dabû û gotibû ku operasyona "Pençe-Kilit " a li herêma Zapê temam bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin