Reîsî: Em ê tola xwîna Qasim Silêmanî hildin

Reîsî: Em ê tola xwîna Qasim Silêmanî hildin

PeyamaKurd – Sê sal berê fermandarê hêzên Qudsê Qasim Silêmanî ji aliyê hêzên koalisyona Amerîka de li Bexdayê hatibû kuştin. Li ser sê saliya bûyerê îro li Tehranê li Mizgefta Îmam Humeynî Musallayê ji bo Qasim Silêmanî merasima bîranîna wî hat kirin. Di merasimê de serokê Îranê Îbrahîm Reîsî, Huseyn Selamî, Îsmaîl Kaanî, keça Qasim Silêmanî Zeyneb Silêmanî û gelek kesên di asta bilind de tevî merasimê bûn. Reîsî di merasimê de weha got:

“Em ê tola xwîna Silêmanî hilînin. Bila emperyalist bizanibin ku em ê kujer û berpirsên bûyerê rihet nehêlin. Dijmin di hilberîn, bazirganî, petrol, firotina petrolê û îxracata derve de di her sehayê de me tehdîd kir û xwest me rawestînin lê em ê ne xwe hêdî bikin û ne jî bisekinin.

Dijmin milletê Îranê nasnake, sîstema me bi ya xwe re qiyas dike û hesabê xwe dike. Îro dijmin di seha aborî, siyasî û sîberî de şer daye destpêkirin, temamê qeweta xwe û şiyanên xwe bikartîne. Ez ji wan re dibêjim ku vî şerî wenda kirine û wê ji niha pê de jî wenda bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin