PeyamaKurd – Şaredarê Sarcelles Patrick Haddad ku li Parîsê beşdarî merasîma xatirxwestina 3 kesên hatin qetilkirin bû, diyar kir ku Kurdan gelek êş kişandine û ew neteweya herî mezin a bê dewlet in.
Ji bo 3 kesên di êrîşa nîjadperest a li Fransayê de hatin qetilkirin, do li Parîsê merasîmeke girseyî ya xatirxwestinê hat lidarxistin. Şaredarê Sarcelles ê Fransayê Patrick Haddad, di nav kesên ku beşdarî merasîma xatirxwestinê de bû.
Haddad di merasîmê de axivî û got, “Divê ev cînayet ji ber zêdebûna hestên rastgir û nîjadperestî me bitirsîne, lê ev ne tenê mesele ye. Belkî ev pirsek rasterast bi êş û azarên gelê Kurd ve girêdayî ye ku ev demeke dirêj e gelek êş kişandine. Gelê Kurd mezintirîn neteweya bê dewlet e. “Mixabin nifûsa 40 milyonî ye ku berê û niha rastî kuştin, zilm û sûcan hatiye.”
Êrîşa li dijî Kurdan ji aliyê welatiyê Fransî William Mallet ê 69 salî ve hat kirin.
Li gorî dozgera Fransî Laure Beccuau êrîşkar diyar kir, ew kesên kuştine nas nakin û got, ew ji Kurdan aciz in ku "di dema şerê li dijî DAIŞê de li şûna kuştina endamên DAIŞê, ew dîl girtin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin