Akar: Tirk û Kurd, xwisk û birayên hev in

Akar: Tirk û Kurd, xwisk û birayên hev in

PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê, di bernameya "Ber bi 2023yan, Hevdîtinên Bajaran" a AK Partiyê ya li Tokatê de axivî û di wê axaftina xwe de bal kişand ser têkiliyên gelên Tirk û Kurd. Akar got ku Tirk û Kurd, xwişk û birayên hev in.

Hulusî Akar, axaftina bernameyê de li ser rewşa siyasî ya navxweyî û derveyîn axivî û got,

"Me di civîna li Moskowê de ji muxatabên xwe re got ku ji ber sedema ku pêleke nû ya koçberiyê ji bo me ne pêkan e û me diyar kir ku em girîngiyê bi şert û mercên heyî didin ku xwişk û birayên me yên Suriyeyî li axa xwe bimînin.”

Akar got, "Pirsgirêka me ya li Suriye û bakurê Iraqê bi temamî bi terorîstan re ye" û wiha got, "Yên ku têkoşîna me berovajî dikin hene. Tirk û Kurd, xwişk û birayên hev in. Dema me parastina gelê xwe dikir, em hemû bi hev re bûn. Goristanên me yên şehîdan, nîşaneyên herî mezin ên vê yekê ne."

Hulusî Akar, li ser pirsgirêkên di navbera Tirkiye û Yunanîstanê de axivî û got ku

“Li gel Yunanîstanê, pirsgirêkên me yên cidî hene. Em bi rastî gelek dixebitin ku van pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin. Mixabin me bersiveke erênî ji cîranê xwe Yunanîstanê wernegirt. Çawa ku nehatin, bi hin têgehên xwe hewil didin ku me sûcdar bikin. Ji aliyê Yunanîstana ku giravan çekdar kir û statuko hilweşand, duh jî gule li masîgirên me hatin reşandin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin