PeyamaKurd – Îro ber destê êvarê trêna barhilgir li Diyarbekirê li navça Peyasê li taxa Fabrîkê di buhira hemzemînê de li jinekî 39 salî ya bi navê T.Y. xist. Ajotvanê trênê li ser bûyerê agahî da polîs. Tîmên polîsan, tenduristiyê û îtfaiyê çûn ciyê bûyerê û tesbît bû ku T.Y. wefat kiriye.
Piştî xebata polîs cesedê T.Y. ji bo otopsiyê birin Tiba Edlî. Polîs, li ser bûyerê lêkolînê da destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin