PeyamaKurd- Kompaniya Lêkolînê ya Pusulayê, li Hatayê bi penaberan re rapirsiyeke ji bo hilbijartina îsal kir û encamên wê, bi raya giştî ya Tirkiyeyê re parve kirin.
Rapirsî, bi penaberên ku di navbera 3 û 8ê Rêbendana sala 2010an de mafê welatîbûnê bi dest xistine û dikarin dengên xwe bi kar bînin re hatiye kirin.
Di rapirsiya ku li Hatayê bi 338 kesan re hatiye kirin de ev pirs hatiye pirsîn:
“Gelo vê yekşemê hilbijartin çêbibe, hûn ê dengên xwe bidin kê?
Encamên rapirsiyê, bi vî awayî hatin parvekirin:
AK Partî: Ji % 76,4
HDP: Ji % 8,5
Partiya Gelecekê: Ji % 6,4
Partiya Deva: Ji % 4,8
CHP: Ji % 1,4
Partiya İYİ: Ji % 0,3
Partiya Saadetê: Ji % 0,2
Bêbiryar: Ji % 0,5
Hin kesên ku beşdarî rapirsiyê bûne û nexwestine fikirê xwe parve bikin jî ji %1,3 hat ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin