PeyamaKurd – Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan derbarê îdiayên ku wê Maseya Şeşqolî perçe bibe, gotina "Xerabkirina vê maseyê ne barê ku tu partiyeke siyasî hilgire" bi kar anî.
Babacan derbarê rojevê de daxuyanî da.
Babacan got, "Pêwîst e peyva krîzê tu carî neyê bikaranîn. Li ser Maseya Şeşqolî gelek nêrînên cuda hene. Lê dema em li ser masê rûdinin her kes raya xwe dide. Li ser vê maseyê bûyîna astengker ne barekî ku tu aliyekî siyasî bikaribe hilgire."
Babacan eşkere kir, ew ji bo Davosê hatiye vexwendin û ew ê beşdarî bernameyê bibe û got, "Peyama me ya li Davosê ev e, 'Tu carî dev ji Tirkiyeyê bernedin. Tirkiye welatekî mezin e. Tirkiye wê bibe welatekî ku bi dinya, bi cîhanê re biaxive, kirîn û hêza peyva wê hebe. Ji welatê me bawer bikin."
Babacan derbarê îdiayên "Artêşa 8 hezar trolan" a CHP Ozgur Ozel de jî got, "Dema ku ez di AK Partiyê de bûm, heta bûyerên Geziyê hesabên trolan tune bûn. Piştî bûyerên Geziyê hikûmetê artêşên xwe yên trolan çêkir. Pirsgirêka çavkaniyan ji bo hikûmeta heyî nîne."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin