Li wî welatî xwepêsandan: Bi sedan mirî û birîndar hene!

Li wî welatî xwepêsandan: Bi sedan mirî û birîndar hene!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji çapemeniya Peruyê hatin ragihandin, li Peruyê li dijî hikûmetê xwepêşandan derketin û hat ragihandin ku di van xwepêşandanan de bi dehan mirî û birîndar hene.

Hat diyarkirin ku di xwepêşandanên dijî hikûmetê yên li Peruyê de çalakvanan hewil da ku bikevin balafirgeha duyemîn a bajarê herî mezin ê welêt. 

Ji aliyê din ve jî hat diyarkirin ku hejmara kesên di xwepêşandanên mijara gotinê de jiyana xwe ji dest dane derket 53yan û hejmara birîndaran 750 derbas kir.

Hat diyarkirin ku xwepêşandêr bi polîsan re ketin nav pevçûnê û dema ku wan hewil dida bi zorê derbasî Balafirgeha Alfredo Rodriguez Ballon a li duyemîn bajarê herî qelebalix ê Peru, Arequipa bibin. Hat diyarkirin ku mudaxeleya hêzên ewlehiyê yên bi gaza îsotê de 3 kes birîndar bûn û gelek kes jî hatin binçavkirin.

Wezareta Gihandin û Ragihandinê ragihand ku ji ber bûyeran balafirgeh bi awayekî demkî hatiye girtin. Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin weşandin de xwepêşandêr hene ku bi şikandina têlên metalî hewil didin bikevin balafirgehê.

Ji aliyê din ve xwendekar, sendîkayên karkeran û nûnerên herêmî yên ku li paytext Lîmayê hatin cem hev, îstifakirina Serokdewlet Dina Boluarte, ragihandina hilbijartinên pêşwext û serbestberdana Serokê berê Pedro Castillo ku di girtîgehê de bû, xwestin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin