Bombe xistin bin rayê trênê û teqndin: 18 birîndar

Bombe xistin bin rayê trênê û teqndin: 18 birîndar

PeyamaKurd – Li Pakistanê li welatê Belûcistanê ku weka eyalet tê binavkirin, li bajarê Pîşînê bombe xistin bin rayên trênê û di wexta ku trên derbas dibû bombe teqandin. Trên ji ser rayê hesin derket û di encamê de 18 kes birîndar bûn.

Trên ji bajarê Pîşîna Belûcistanê diçû Peşawerê. Bombe ji dûr de bi cîhaz hatiye teqandin. Piştî bûyerê polîs û tîmên tenduristiyê diçin ciyê bûyerê. 8 vagonên trênê ji ser rêya hesin derketine. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên der û dorê. Ji bo rakirina vagonên trênê ji ser rê xebat dewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin