Erdogan ji bo diyarkirina roja hilbijartinê parlamento îsaret kir

Erdogan ji bo diyarkirina roja hilbijartinê parlamento îsaret kir

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, îro 23yê Çile ligel kabîneya xwe ya hikûmetê civiya.

Erdogan piştî civîna ku 3,5 demjimêran dewam kir, derbarê hilbijartinên serokomarî û parlamentoya Tirkiyeyê de daxuyanî dan.

Erdogan li ser mijara hilbijartinan wiha axivî: “Wekî tê zanîn roja hilbijartinê 18ê Hezîranê bû. Ev tarîx ji ber ku hem rastî erefeya Cejna Qurbanê û serdema hecê dihat, hem jî rastî rojên ezmûna zarokên me dihat, me pêwîst dît ku sererast bikin. Piştî nirxandinan me dît ku roja herî guncaw 14ê Gulana 2023yan roja Yekşemê ye. Em dixwazin vê rojê biçin hilbijartinê. Heger li gorî destûra me parlamento bi ji sê duyên dengan piraniyê bi dest bîne, em ê kêfxweş bibin û proseya hilbijartinê ji bo 14ê Gulanê bidin destpêkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin