PeyamaKurd- Ji aliyê Hêzên Ukraynayê ve hat ragihandin ku şeva borî, 24 dronên kamikaze yên Şahid ên Îranê hatine jinavbirin.
Li ser mijarê, Hêzên Asîmanî yên Ukraynayê, li ser hesabê fermî yê medyaya civakî daxuyaniyek da û ragihand ku "Şeva 26ê Çileyê, dagirkerên Rus car din dest bi êrîşên xwe yên li ser Ukraynayê yên bibalafirên Şahid-136/131 ên Îranê kirin."
Li gorî hat îdiakirin, di êrîşê de 24 balafirên bêmirov ên Şahid ên aîdê Îranê ku ji bo Rusyayê tên dabînkirin, hatine jinavbirin.
Rêveberiya Leşkerî ya Bajarê Kyivê ragihand ku nêzîkî 15 Şahid li ser Kyivê hatine jinavbirin. Şaredariyê diyar kir ku tu ziyanên canî çênebûne û tu binesaziyek jî nehatiye derbkirin.
Ji aliyê din ve hat destnîşankirin ku di êrîşan de tesîseke pîşesaziyê ya li herêma Dnipropetrovskê zirar dîtiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin