PeyamaKurd – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) wê li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê bicivin.
Endamekî Ofîsa Siyasî ya PDKê diyar kir, “Her çiqas nakokiyên wan hebin jî gelek tiştên hevpar hene, hewl didin bi xalên hevpar destpê bikin û wan pirsgirêkan çareser bikin.”
Li gor zanyariyan, gelek xalên nakok di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) de hene ku di civîna îro de werin gotûbêjkirin, ji wan jî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, pirsa dahat û xerciyan, yekkirina helwestan li hember Bexda û derve, pirsa hikûmet û vegera YNKê ji bo civînên Encûmena Wezîran.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin