PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji çapemeniya Îsraîlê hatin ragihandin, Rêveberiya Îsraîlê ya ku ji serê meha çileyê û bi vir ve ye 32 Filistînî qetil kirin, piştî êrîşên dawî yên li dijî welatiyên Îsraîlî, armanc dike ku gelê xwe çekdar bike.
Li gorî ragihandina polîsê Îsraîlê, di rojên borî de di êrîşeke çekdarî ya li dijî kesên li Qudsa Rojhilat, herî kêm 7 kes hatine kuştin. Hat ragihandin ku roja şemiyê li Qudsê êrîşeke din a çekdarî pêk hatiye û di vê êrîşê de 2 kes birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku li ser vê yekê, plana Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamîn Netanyahu cîhan rakir ser piyan. Li gorî nûçeya El Cezîreyê, Netanyahu piştî êrîşa Qudsê dê Îsraîliyan bi çek bike.
Di nûçeyê de hat gotin ku "Netanyahu planên xwe yên ji bo hêsankirina gihandina çekan a ji bo Îsraîlî di nav zêdegaviyên tundûtûjiyê yên li herêmên dagirbûyî yên Filistînê de eşkere kir û bal kişand ser vê yekê ku filistînî dikarin ji ber vê tevgerê bi “sizayên komî" bibin armanc.
Her wiha di heman nûçeyê de hat şîrovekirin ku ev pêngav ji bilî zêdekirina rageşiya li herêmê dê tu encamekê nede.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin