Medvedev: Her tist dê bibe ax û xwelî!

Medvedev: Her tist dê bibe ax û xwelî!

PeyamaKurd- Alîkarê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rusyayê Dmitriy Medvedev îdia kir ku di hegera şerekî cîhanê de her tişt dê bibe ax û xwelî.

Dmitriy Medvedev, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û wiha got:

"Ya yekem, parastina Ukraynayê ku li Ewropayê pêdiviya wê bi tu kesî tuneye, dê cîhana kevnar a pîr ji tolhildanê xilas neke." Ya duyemîn, dema Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dest pê bike, mixabin ev şer dê ne li ser tanq û ne jî li ser balafirên şer be. Di dawiyê de teqez dê her tişt bibe ax û xwelî.”

Medvedev, di axaftina xwe de bal kişand ser bangên Brîtanyayê yên ji bo peydakirina hemû çekên NATOyê ya ji bo Kievê jî.

Dema ku Almanyayê hefteya borî ragihandibû ku ew ê tanqên Leopard 2 bişîne Ukraynayê, rayedarên Amerîkayê got ku ew ê 31 tanqên M1 Abrams bişînin Ukraynayê.

Beriya niha jî Brîtanya û Polonyayê di vî warî de sozên berbiçav dabûn û tê çaverêkirin ku welatên din jî heman gavan bihavêjin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin