PeyamaKurd – Der barê hebûna Hêzên Aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî yên li Qibrisê de biryareke nû hat girtin. Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNSC) biryar da ku wezîfeya Hêzên Aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li Qibrisê 1 sal dirêj bike.
Li gorî vê biryara UNSC ê ya ku ji bo Qibrisê bi yekdengî deng girt, ev daxuyanî hatin dayîn:
"Ji ber şert û mercên serdest ên li giravê, Hêza Aşitiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Qibrisê (UNFICYP) divê ji 31'ê Çileya 2023'an pê ve bê parastin û erka wê heta 31ê Çileya 2024an bê dirêjkirin."
Hate tekezkirin, lihevnekirina giravê aloziyên siyasî zêde dike û dûrketina di navbera her du civakan de kûrtir dike, metirsiya guhertinên neveger li meydanê û kêmkirina îhtîmala çareseriyê.
UNSC herwiha ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî xwest ku di Tîrmeh û Çileya 2024an de du raporên li ser pêşkeftinên ku ji bo gihîştina lihevhatinek ji bo danûstandinên watedar û encamgir hatine çêkirin pêşkêş bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin