PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, di serdana xwe ya fermî ya ji bo Hollandê de ragihand ku heger şert û mercên pêwîst bên cîbicîkirin, dibe ku ew balafirên şer bişînin Ukraynayê.
Emmanuel Macron, di çarçoveya serdana xwe ya Hollandê de bi Serokwezîr Mark Rutte re civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist. Di civînê de serkirdeyan li ser koçberî û piştgiriya pîşesaziya kesk a li Ewropayê, bi taybetî şerê Ukrayna û Rûsyayê daxuyanî dan.
Macron, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di hevdîtinê de pirsgirêka Ukraynayê hatiye nirxandin û diyar kir ku ew bi biryar in ku di her warî de û heta ku pêwîst be piştgiriyê bidin Ukraynayê.
Li ser pirsa şandina balafirên şer a ji bo Ukraynayê jî Macron got ku
“Tu tiştek, ne dûrî vebijêrkan e. Heger balafirên şer rageşiyê zêde nekin û li ser axa Rusyayê neyên bikaranîn û hêza artêşa Fransayê qels nekin, Fransa dikare balafirên şer bide Ukraynayê.”
Her wiha Macron diyar kir ku divê Ukrayna ji bo balafirên şer, serlêdana fermî bike. Rutte jî diyar kir ku heta niha ji Ukraynayê daxwazeke bi vî rengî nehatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin