PeyamaKurd – Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kilicdaroglu, di civîna koma partiya xwe ya parlamentoyê ya îro 31ê Çile de, rexneyên tund li deshilatdariya AkP-MHPê girtin û li ser bikaranîna zimanê cudaxwaziyê got, “Divê êdî Tirkiye vê bizane ku em ê ji hevdu cuda nebin, em ê hevdu hembêz bikin.”
Kilicdaroglu, di axaftina xwe de, bal kişand ser Metna Hevbeş 6 partiyên opozîsyonê û diyar kir ku dema di hilbijartinan de bibin deshilat ew dê bi polîtîkayên aqilane hemû pirsgirêkan çareser bikin.
Serokê Giştî yê CAHPê got: “Divê êdî Tirkiye vê bizane ku em ê ji hevdu cuda nebin, em ê hevdu hembêz bikin. Em ê pev neçin, em ê bi inyad lihev bên. Em ê çi dibe bila bibe aramiyê bînin welatê xwe.”
Kilicdaroglu deshilata Erdogan wekî avakirina desthila yek zilamî bi nav kir û diyara kir, “Fatoraya giran a rejîma yek zilamî li pêş me ye. Ev sîstema yek zilamî ji bo Komara Tirkiyeyê pirsgirêka bekayê ye.”
Di dewamê de jî serokê CHPê behsa soza xwe ya helalîxwestinê kir û li ser komkujiya Roboskiyê û mijarên din ên helalîxwestinê got, “Yên ku ez ê helaliyê ji wan bixwazin yên neheqî li wan hatiye kirin e. Bi Roboskî re, bi malbata Alî İsmail Korkmaz re, bi Soma re, bi neheqiyên li keçên me yên sergirtî hatine kirin re, ji ber bêdengmayîna xwe em ê ji wan helaliyê bixwazin.’
Herwiha Kilicdaroglu bal kişand ser hilbijartinan ku ew dê bi ser bikevin û diyar kir, “Roja piştî hilbijartinê wê telefonên wan bi êşeke mezin lê bide. Dema telefon vekirin wê dengê, ‘Ez Kemal têm’ bibihîzin”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin