PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, di serdana xwe ya Tokyoyê de daxuyaniyek da û diyar kir ku Çîn ji nêzî ve encamên êrîşên Rusyayê yên li ser Ukraynayê dişopîne û dersên ku dikarin bandorê li biryarên wê yên pêşerojê bikin, girtine.
Stoltenberg, di axaftina xwe ya li Zanîngeha Keioyê ya piştî serdana Tokyoyê ya di çarçoveya geşta xwe ya Asyaya Rojhilat de got,
"Japonya aktorek girîng a cîhanê ye û bi awayekî çalak piştgiriyê dide aştiyê."
Jens Stoltenberg da zanîn ku ji terorê heta guherîna avhewayê, gefên sîber û berbelavbûna çekên nukleerî, kêşeyên gerdûnî zêde dibin û got,
"Pergala cîhanê di bin gefê de ye. Moskow û Pekîn, di refên herî pêş ên opozîsyona otorîter de ne."
Stoltenberg amaje kir ku êrîşên li ser Ukraynayê, salekê li peyî xwe hiştiye û vê yekê, aştiya Ewropayê hejandiye. Stoltenberg bi berdewamî da zanîn ku ceribandinên moşekên Koreya Bakur, ewlehiya navneteweyî jî dixe xeterê û diyar kir ku ew ji ber zêdebûna bandora Çînê ya li Hind-Pasîfîkê, bi fikar in.
Sekreterê Giştî yê NATOyê, bi berdewamî got,
“Heger Rusya di şer de bi ser bikeve, dê peyama Moskow û Pekînê ev be ku ew dikarin bi hêza hovane tiştên ku dixwazin pêk bînin. Tiştê ku îro li Ewropayê diqewime, dibe ku sibe li Rojhilatê Asyayê jî çêbibe. Çîn, bi baldarî temaşe dike û dersên ku dibe ku bandorê li biryarên wê yên pêşerojê bike, digire."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin