PeyamaKurd- Piştî hevdîtina Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu ya bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan re ku rexne li HUDA PARê hatin kirin, hem di ser tora medyaya civakî û hem jî di medyaya siyasî de bertek hatin nîşandan. Piştî vê rewşê derket holê, dildarên HUDA PARê ketin nav liv û tevgerê.
Li dijî rexne û însiyatîfa ku li ser tora medyaya civakî tê kirin, ji aliyê Tîma Hur ve xebateke hashtagê hat destpêkirin.
Dildarên partiyê, piştgiriyeke xurt da xebatên hashtaga ku HUDA PAR ji siyasetê fêm dike.
Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad Zekeriya Yapicioglu jî li ser mijarê ev peyam belav da:
“Navê siyaseta ku bi hişmendiya îbadetê tê kirin, ne ji bo serdestiya mirovan, lê ji bo hilgirtina emanetê ya li gorî razîbûna Xwedayê mezin ê xwediyê milk û serweriyê ye #HUDAPAR
#HUDAPAR ku armanca wê ya pêşîn "car din vegerandina edaletê" ye, dê bi siyaseta navenda wê mirov e, car din ji bo siyasetê îtibarê bi dest bixe.
#HUDAPAR ku bi diruşma ‘Siyaseta Dirûst, Edaleta Rasteqîn’ derketiye pêş, bi destûra Xwedê, ber bi armanca xwe ve gavên xurt dihavêje.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin