PeyamaKurd – Li navçeya Mereşê ya Pazarcik û navenda erdhejê ya li Elbîstanê dengvedana erdhejê dewam dike, AFADê derbarê wendahiyên dawî de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya AFADê de hat destnîşankirin, di erdhejên navenda Mereşê de 2316 kesan jiyana xwe ji dest dane, 13 hezar û 293 kes birîndar bûne û 6 hezar û 217 avahî hilweşiyane.
Îro li Pazarcikê bi pileya 7,7 erdhejek pêk hat. Piştî erdhejê li 10 parêzgehan hat hîskirin, erdhejeke din bi pileya 7.6 pêk hat ku navenda wê Elbistan bû.
Di çarçoveya xebatên lêgerîn û xelaskirinê yên ku di bin kordînasyona Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîniyê (AFAD) de dewam dikin, li 10 parêzgehan erdhejên piştî erdhejê dewam dikin.
Têkildarî geşedanên dawî jî AFADê ragihand, di erdhejên navenda Mereşê de 2316 kesan jiyana xwe ji dest dane, 13 hezar û 293 kes birîndar bûne û 6 hezar û 217 avahî hilweşiyane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin